May 30, 2020 21:14 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê; 409 tûşbûyiyên Vîrûsa Koronayê baş bûne

Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê amara herî nû ya Vîrûsa Koronayê li vê herêmê ragihand.

Li gorî rapora roja Şemiyê 30ê Gulanmê ya Malpera PUK Media'yê, Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara giştî ya tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Herêmê gihîştiye 575 kesan.

Li gorî vê daxuyaniyê, 409 kes heta niha baş bûne û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. 161 kes jî hîn di pêvajoya nexweşiyê da ne.