May 30, 2020 17:47 Asia/Tehran
  • Balafirên TSK'ê êrîşî bakurê Iraqê kirin: Kur û bav hat kuştin

Balafirên TSK'ê yên şer li herêma Behdînanê bombe barandin. Di bombekirinê de kur û bav hatin kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Balafirên şêr ên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) saet di 10:00’an de li nêzî çiyayê Kurejehro ya ser bi navçeya Şêladiz ya Dihokê bombebaran kirin.

Di bomberdûmanê de, bav û kur hatin qetilkirin. Çavkaniyên herêmî agahî  dan û diyar kirin ku di bombekirina balafirên şêr ên TSK'ê de Celal Nuredîn Mihyedîn û kurê wî Ehmed Celal jiyana xwe ji dest dane. Bav û kurên hatin kuştin welatiyên bajarokê Dêrelok a Dihokê ne. 

Roja 28’ê Gulanê di seatên êvarê de gundên girdayî herêma Bradostê hate topbarankirin, agir bi zeviyan ket. Heman rojê di seatên sibehê de gundên Sinyan û Bindêwanyan yên li herêma Bradostê û Xakûrkê ji aliyê balafirên şêr ve hate bombekirin, elektirîka herdu gundan hatibû qutkirin.