May 29, 2020 09:51 Asia/Tehran
  • Li Silêmaniyê 22 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Li parêzgeha Silêmaniyê 22 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di çarçoveya têst û lêgerîna vîursa Koronayê de têsta Koronayê ya 22 kesên din li parêzgeha Silêmaniyê pozîtîf derket.

Wezareta tenduristiyê da zanîn, 12 kes ji kesên han zilam in, 9 jê jin in û yek jî xortek e. 21 kes xelkê bajarê Silêmaniyê ne û yek jî xelkê nahiya Warmawe ya Silêmaniyê ye.