Nîsan 04, 2020 08:26 Asia/Tehran
  • Li Hewlêrê du babetên nû êyn tûşbûna bi Koronayê hatin tomarkirin

Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku du babetên nû yên tûşbûna bi Koronayê li taxa Karêzanê ya bajarê Hewlêrê hatine tomarkirin ku her du jî jin in.

Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê amaje pê kir ku heta niha hejmara giştî ya tûşbûyiyên bi sebeba tûşbûna jinekê li taxa Karêzanê di roja 1ê Newrozê da pêk hatiye, gihîştiye 14 kes.

Heta niha 214 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketine; Ji vê hejamrê 74 kes baş bûne û du kes jî mirine.

Jibo pêşîlêgirtin li belavbûna zêdetir a Koronayê, Wezareta karên hundir a Herêma Kurdistanê bi qasî 48 saetan ji saet 12ê duh va qedexetiya hatûçûna giştî ragihandiye û ji hemwelatiyan xwestiye ku li malên xwe bimînin.