Nîsan 03, 2020 18:30 Asia/Tehran
  • Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê: 3 kesên din ên tûşbûyîyê Koronayê hatin tomarkirinê

Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di dewama têstkirin û lêgerîna gumanbarên tûşbîyîyê Koronayê de, navê 3 kesên din li Hewlêrê hat tomarkirinê û dîyar kir: Jin û zarokek duh tûşî Kornayê bûne û mêrek jî ku berî vîya ji derveyî welêt zivirîye wan 3 kesan pêk tînin.

Ligorî daxûyanîya Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê, hejmara tûşbîyîyan îro giheşte 204 kesan, 62 tûşbûyî jî baş bûne û 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Fermandetîya Opêrasyonên Kerkûkê jî ragihand ku rê li ber hatûçûna malbatan mideha 72 saetan hate vekirinê.

Fermandetîya Opêrasyonên Kerkûkê bi hevdengîya digel Çiqa Qeyranê ya parêzgeha Kerkûkê di wê daxûyanîyê de ragihand ku biryar hate dayînê rê li ber malbatên ku li nav parêzgehê asê bûne û malbatên ku xelkê parêzgehên din in û dil hene bizvirin cihên xwe, bê vekirinê.

Ligorî wê biryarê, ji saet 6’ê sibeya îro va heta 72 saetan rêya parêzgeha Kerkûkê vekirî ye û kesên ji wê parêzgehê derdkevin û yên diçin nav ji hêla komên tenduristîyê va tên têstkirinê.

Samî Celal Rêvebirê Çiqa Tenduristîyê ya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî di vî warî de dîyar kir: Mer nine ku piştî 72 saetan kesên ku daxwaza mohlet û iznê kirine û rê hatîye dayînê, nekaribin hatin û çûyînê bikin.

Samî Celal herwiha got: Di siet 12’ê îşev de yê sîstem were daxistinê û idî kes nikare daxwaza online a izna hatin û çûyînê bike lê, Wezareta Navxwe kar liser wan formana dike ku hatine raberkirinê û her dema bersiva daxwazê hat dayînê, welatîyê daxwaz raberkirî dikare bi saya wê iznê hatin û çûyînê bike.

Wezîrê Tenduristîyê yê Herêma Kurdistanê jî ragihand ku her roj têsta Koronayê ser 700 kesî li bajara û bajarokan tê encamdanê û encama têsta 190 kesan heta vê gavê Pozitîv bûye.