Nîsan 03, 2020 16:35 Asia/Tehran
  • Hejmara tûşbûyîyên Koronayê li Herêma Kurdistanê ji 200 kesî derbas bû

Wezareta Tenduristî û Dermankirinê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku heta şeva buhurî 25 kesên din li wê Herêmê bi vîrûsa Koronayê ketin û hejmara tûşbûyîyan gihîşt 201 kesan.

Di daxûyanîya Wezareta Tenduristî û Dermankirinê ya Herêma Kurdistanê de hatîye: 7 kes ji wan ji tûşbûyîyên berê li parêzgeha Silêmanîyê, 3 zarok li parêzgeha Helbçê û kesek jî li devera Derbendîxanê ne.

Rêvebirîya Polîsên Raperînê jî hemî şofêr ji wan ajokarên îzinwergirtî agahdar kirin ku hatûçûn ji saet 6’ê sibêyê ve heta 6’ê êvara îro qedexe ye bilî ya maşînên hawargihandinê. Herwiha her kesê pêbendê vê biryarê nebe dê maşîna wî/wê were ragirtin û şofêr jî were girtin.

Dozgerîya Giştî ya Helebçê jî ragihand ku pêwîst e welatî zêdetir pêbendê rênimayîyên ku jibo girtina êşîya belavbûna vîrûsa Koronayê li deverê hatine kivşkirinê bibin.

Di daxûyanîya Dozgerîya Giştî ya Helebçê de hatîye: Ji destpêka qedexeya hatin û çûyînê ve li parêzgeha Helebçê ya ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê têkilîya me bi Navenda Tenduristîyê ya bajêr va hebûye û em hewildana xwe didomînin.

Polîtburoya YNK jî biryar da ku karên sazî û dezgehên xwe di çaçrova pêbendbûna tam bi rênimayîyên tenduristîyê rêk bixe û daxwaz kir ku di vîwar de piştgirîyê bidin pêngavên sazî û dezgehên Hikûmetê û pişka tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê.