Nîsan 03, 2020 15:42 Asia/Tehran
  • Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê: Miaşê karmendên Herêma Kurdistanê nayê kêmkirinê

Desteya Wezîran a Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku di vê qonaxê de parastina tenduristîyê û dabînkirina xwarek, miaş û dermîn jibo welatîyan ewlewîyeta erkên Hikûmetê ye û miaşê karmendan û miaşwergiran jî nayê kêmkirinê.

Di civîna Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê de ku di çarçova pêbendîbûna li rênimayîyên girtina pêşîya Koronayê de bi rêya Vîdyokonfiransê bi serokatîya Mesrûr Barzanî Serokwezîr û Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr hat lidarxistinê de, rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê piştî qeyrana Koronayê, daketina bihaya niftê û rêyên girtina pêşîya belavbûna Koronayê hatin hilkolandinê û Barzanî pêgirî kir ku temî kêmbûna derhatên Herêma Kurdistanê hewla herî zêde jibo girtina pêşîya zîyana aborî bo welatîyan hatîye dayîn û di vê rewşê de parastina tenduristîyê û dabînkirina xwarek, miaş û dermîn jibo welatîyan ewlewîyeta erkên Hikûmetê ye û miaşê karmendan û miaşwergiran jî nayê kêmkirinê.

Wezîrên Herêma Kurdistanê biryar dan ku miaşê karmend û miaşwergiran de destkarî neyê kirinê û neyê kêmkirinê û hemi wezîran nîvê miaş û serpişkîyên xwe yên 2 mehan bi mebesta alîakrîya bo kesên kêmderhat bidin Hikûmetê.

Herwiha rêyên hêsankirina cihanîna qanûna hejmar 2 ya di sala 2020’ê de jibo çaksazîyên bingehîn li Herêma Kurdistanê bi pêgirîya ser rêkxistina dayîna miaşan hatîye pejirandinê hatin hilkolandinê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî lêjneyek jibo peydakirina mêkanîzmeke qanûnî bi merema kêmkirina bar û xisara aborî di rewşa nika de ku dikeve ser milê bazarê û kirênişînan erkdar kir ku bi hegera qayide û qirarên Qerentînekirinê tûşî zer û xisarê bûne.

Desteya Wezîran herwiha pêşnîyara Serokwezîr û Wezîrê Aborê jibo kêmkirina xercên dewletê û bicîkirina mijara dabînkirina miaşê karmend û miaşwergiran û xizmetguzarîyên giştî di rêza yekem a ewlewîyetan de pejirand.