Nîsan 01, 2020 16:45 Asia/Tehran
  • 6 kesên din li Hewlêrê bi vîrusa Koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 6 pêketiyên bi vîrusa Koronayê li Hewlêrê hatin destnîşankirin.

Di dewama wê daxuyaniyê de hatiye, ji wan pêketiyan (2 jin û 2 mêr) ji pêketiyên berê yên komelgeha Mela Omer vegirtine.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye dayîn, 2 pêketiyên din jî jin û mêrekî ne, ku yek ji wan ji Brîtanyayê vegeriyabû û piştî bangewaziya Wezareta Tenduristiyê, wî pêwendî kiribû û pişknîn jê re hat kirin.