Heşt kuştî li encama teqîna li Hêlmenda Efxanistanê
Nîsan 01, 2020 15:55 Asia/Tehran
Li encama teqîna li wilayeta Hêlmenda başûrê Efxanistanê heşt kesên sivîl hatine kuştin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, ji Kabolê, Zeman Hemderd berdevkê polîsê parêzgeha Hêlmendê îro çarşemyê raghand: Maynka çandî li kêleka riya bajarê Nehr Siracê li ser riya trimbêlekê teqî ku li encamê de 8 kesên sivîl ji wan hatin kuştin û di kesên sivîl jî birîndar bûn.
Vî berdevkê polîsê Efxanistanê got: lêniştiyên vê trimbêlê endamên malbatekî bûn û ev teqîn li navça di bin kontrola Talibanê qewimî.
Heta niha tu komekê berpirsiyariya vê teqînê nedaye istûyê xwe.