Nîsan 01, 2020 11:56 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 12 kesên din bi virusê ketin

Wezareta Tendirûstiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê diyarkir di nava 24 saetên dawî de 12 kesên din li Herêmê bi virûsa Koronayê ketine.

Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarê hejmara kesên nû bi virusê ketine daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê de hate gotin, Li Herêma Kurdistanê 5503 kes li 36 cihên cûda dibin karantînayê de bûn. Niha tenê 1092 kes dibin karantînayê de mane. Ji vana 133 kes li Hewlêrê,  127 kes li Silêmaniyê,751 kes li Dihokê, 50 kes li Helebce, 31 kes li Raperîn dibin karantînayê de ne. 4411 welatî jî piştî mana du hefteyan dibin karantînê de derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha 29 kesên din jî di 24 saetên dawî de hatine karantînekirin.

Her wiha hate diyarkirin di nava 24 saetên dawî de li seranserê Herêma Kurdistanê 607 test hatine kirin ji vana encama testa 12 kesan pozitif derketiye.

Li gorî daxuyaniyê li Hewlêr kesek, li Silêmaniyê 5 kes, Helebce jî 6 kes bi virusê ketine.

Bi vê re hejmara kesên li Herêma Kurdistanê heya niha bi virûsê ketine bû 162 kes,  2 kesan jiyana xwe ji destdaye û 57 kes jî rewşa wan başbûye. Yên din jî dibin çavdêriya dixtoran de ne.