Adar 31, 2020 18:42 Asia/Tehran
  • Wezîrê Tenduristîyê yê Herêma Kurdstanê: Sedî 81’ê tûşbûyîyên Koronayê bêyî nîşanên nexweşîyê ne

Wezîrê Tenduristî û Dermankirinê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku hejmara tûşbûyîyên Koronayê li wê herêmê giheştîye 161 kesan û di sedî 81’ê tûşbûyîyan de jî hîç nîşaneyeke nexweşîyê tineye.

Dr. Saman Berzencî Wezîrê Tenduristî û Dermankirinê yê Herêma Kurdistanê ragihand u 11 haletên nû yên tûşbûna bi vîrûsa Koronayê li parêzgeha Silêmanîyê hatin timarkirinê û ji 161 tûşbûyyîan 7 li Hewlêrê û 50 jî li Silêmanîyê baş bûne.

Wezîrê Tenduristî û Dermankirinê yê Herêma Kurdistanê herwiha got ku sedî 81’ê tûşbûyîyên Koronayê li Herêma Kurdistanê bêyî nîşaneyên nexweşîyê ne û bi ceribandin û têsra Koronayê tûşbûna wan derketîye holê.

Heta nika 2 tûşbûyîyên Koronayê li Herêma Kuridstanê canê xwe ji dest dane.