Sibat 26, 2020 18:42 Asia/Tehran
  • Tevgera Gorranê dê wan postên wezaretî ku bo Kurdan dê bên zêdekirinê, wergire

Tevgera Gorran dê posta wezareta ya pişka kurdan webigre ku biryar e li kabîna Muhemed Tewfîq Elawî bo pêkanîna hikûmetê bidin kurdan.

Li gor  zaniyariyan ji çavkaniyeka agehdar va hatine girtin, li civîna aliyên siyasî li ser vê yekê li hev kirine ku li kabîna nû ya hikûmeta Iraqêposta wezxaretî bidin goranê.

Eva li halekê de ye ku li gotûbêja tev aliyên kurd Elawî amadetiya xwe nîşan daye bo vê yekê ku posta wezaretê bdin kurdan. 

Xêncî posta wezaretî, posta wezareta darayî û bazirganî û dad bo kurd hatiye berçavgirtin ku ya yekê û dudiyan bo PDK ye û ya dawiyê bo YNK ye.