Sibat 25, 2020 17:36 Asia/Tehran
  • 1249 welatiyên Herêma Kurdistanê piştî vegeriyana ji Îranê ketin rewşa Qerentîneyê

Wezîrê Tendurustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku 1249 welatiyên herêmê piştî vegeriyana ji Îranê, bi merema pêşîlêgirtin ji derbasbûna Vîrûsa Koronayê bo Herêmê ketin rewşa Qerentîneyê û ji hêla nîşaneyên nexweşiyê va ketine bin çavdêriyê.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Piştî ragihandina babetên erênî yên tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê li Îranê, Iraqê û Herêma Kurdistanê sînorên xwe li ser Îranê girêdan û  welatiyên xwe ku ji Îranê vedigerin, muayene û Qerentîne dikin.

Malpera Zemen Pressê di vî warî da ragihand ku Saman Berzencî, Wezîrê Tendurustiyê yê Herêma Kurdistanê tevî amajeya bi vêya ku heta niha hîç babeteke erênî ji tûşbûna bi Koronayê li Herêma Kurdistanê nehatiye dîtin, ragihand ku niha 1249 kes ji welatiyên Herêmê ku wek geştyar çûbûn Îranê, piştî vegeriyana bo Herêmê ketine bin lênêrînê û piştre hatine dabirrîn û Qerentînekirin.

Wî got ku Qerentîneya van kesan 14 rojan didome.