Di encama êrişên hewayî yên Tirkîyê de 400 gundên herêma Kurdistanê wêran bûne
Berpirsekî Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê li Mûsilê ragihand: Di encama êrişên hewayî yên Tirkîyê û ketina Artêşa wî welatî nav axa Herêma Kurdistanê de 400 gund wêran û hejmareke zêe ya xelkê jî derodero û aware bûne.
Xîyas Sûrçî Berpirsê Çiqa Mûsilê ya YNK ragihand ku Artêşa Tirkîyê li parêzgehên Duhok û Hewlêrê bi kûratîya 25 kîlomêtran ketîye nac axa herêma Kurdistanê.
Wî herwiha got: Hejmara bargehên leşkerî yên Tirkîyê li wan parêzgehana digihêje 10`an û li her binkeyekê bilî alavên leşkerî cihê taybet ê danîn ûrabûna helekoptêrê heye.
Xîyas Sûrçî Berpirsê Çiqa Mûsilê ya YNK herwiha dîyar kir ku di encama êrişên hewayî û bejayî yên Artêşa Tirkîyê de bi sedan gundî şehîd û xerlkê navçê şehîd û birîndar bûne.
Sûrçî herwiha got ku hejmara gundên ku di encama êrişên hewayî û bejayî yên Artêşa Tirkîyê de wêran bûne û xelkê wan jî derodero û aware bûye, giheştîye 400 î.