Çile 19, 2020 16:34 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Waşîngton-Hewlêrê liser damezirandina 4 baregehên amerîkî li Herêma Kurdistanê

Çavkanîyekî sîyasî ragihand ku Waşîngton û Hewlêrê liser damezirandina 4 baregehên amerîkî li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Malpera Nûçan a Bexdad Al Yewmê îro ji zarê çavkanîyekî sîyasî yê agahdar ragihand ku mideha 2 rojên buhurî de berpirsên amerîkî û rêvebirên Herêma Kurdistanê têkildarî hin meseleyan ji wan damezirandina bargehên leşkerî yên wî welatî li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine. 

Ligorî vê raporê, hin desteyên leşkerî û sîyasî yên amerîkî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn ta ku meseleya hebûna hêzên welatê xwe li Iraqê û Herêma Kurdistanê hilkolînin.

Ligorî rapora Malpera Nûçan a Bexdad Al Yewmê, di hevdîtinên rayedarên amerîkî û rayedarên herêma Kurdistanê de xurtkirina peywendîyên dîplomatîk, hevkarîya di warên sîyasî û aborî de û herwiha mijara vekirina mezintirîn Konsolxana Amerîkayê ya li cîhanê li şarê Hewlêrê hilkolandin.