Çile 18, 2020 11:34 Asia/Tehran
  • Meytên 21 penaxwazên Kurd yê ji Yûnanê bo Herêma Kurdistanê bên zivirandinê

Serokê Sazîya Karên Penaxwaz û Awareyan a Herêma Kurdistanê ragihand ku meytên 21 penaxwazên Kurd ku di bûyera nuqumbûna qayiqa penaxwazan li perravên girava Paksos a Yûnanê de canê xwe ji dest dane, yê bo Herêma Kurdistanê bên zivirandinê.

Arî Celal Serokê Sazîya Karên Penaxwaz û Awareyan a Herêma Kurdistanê di hevpeyvîna dige Kanala Rûdawê de ragihand ku roja Şemî 11`ê Çillê qayiqeke hilgirê 50 penaxwazan li nêzîkî perravên grava Paksos a Yûnanê velgerîya û gellek kesên têda xeniqîn.

Di wê bûyerê de 21 penaxwazên Kurd canê xwe ji dest dane.

Arî Celal herwiha got ku Nunerê Sazîya Karên Penaxwaz û Awareyan a Herêma Kurdistanê li Yûnanê bi hevkarîya Balyozxana Iraqê li wî welatî, karên pêwîst ên qanûnî û idarî jibo vegerandina meytên wan penaxwazana kirine.

Ligorî gotina Serokê Sazîya Karên Penaxwaz û Awareyan a Herêma Kurdistanê meytên wan penaxwazên Kurd yê di vê hefteyê de bo Herêma Kurdistanê bên zivirandinê.

Bidû qeyranên aborî û sîyasî li Herêma Kurdistanê, demajoya koçberî û penaxwazîya xelkê wê Herêmê bo Ewrûpayê gurr û lez bûye û gellek welatîyan rêya welatên ewrûpî dane ber xwe ku gellek ji wana canê xwe di vê rêyê de ji dest didin.