Çile 16, 2020 15:58 Asia/Tehran
  • Adil Ebdulmehdî mercê vegera hêzên Pêşmerge bo Kerkûkê ragihande berpirsên Herêma Kurdistanê

Çavkanîyekî sîyasî radigihîne ku Serokwezîrê Karbirêker ê Iraqê dema seredana Hewlêrê têkildarî vegera hêzên Pêşmerge bo Kerkûkê nermbûn nîşan daye.

Çavkanîyekî sîyasî ji Malpera Nûçan a Somerye News`ê re ragihand ku desteya Bexdayê ku Şemîya buhurî bi serokatîya Adil Ebdulmehdî seredana Herêma Kurdistanê kir, derbarê vegera hêzên Pêşmerge bo Kerkûkê da nermbûn nîşan daye lê bi vî mercî ku di çarçovayea rêkevtineke berfire liser pêkanîna kabîna nû da be.

Ew çavkanîa radigihîne ku nakokîya di navbera desteya Bexdayê û Herêma Kurdistanê de liser derxistina hêzên amerîkî ji Iraqê bûye çinku, Kurd digel derxistina hêzên amerîkî da nînin.

Ji hêla din ve Casim Mihemed Ceifer parlimanterê berê yê Turkmanan li Parlimana Iraqê ragihand ku hêzên Pêşmerge dê vegerin kerkûkê ji ber ku ji nika ve gotûbêj û danuistadin têkildarî wê babetê hene.

Wî herwiha got ku pişikdarîya Kurdan di pêkanîna kabîna nû da û yan jî xweberbijarkirina dubare ya Adil Ebdulmehdî bo posta Serokwezîrtîyê mercê vegera hêzên Pêşmerge bo Kerkûkê ye.