Kanûn 09, 2019 17:56 Asia/Tehran
  • Gendelîya aborî li Herêma Kurdistanê mideha 5 salên buhurî da gihîştîye 423 milyard dînarî

Serokê Desteya Têkoşîna Dijî Gendelîyê ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku asta gendelîya ku mideha 5 salên buhurî de li wê Herêmê hatîye keşifkirinê, giheştîye 423 milyard dînarî.

Serokê Desteya Têkoşîna Dijî Gendelîyê ya Herêma Kurdistana Iraqê Hakim Ehmed Enwer îro li koma nûçegîhanan got ku di encama hilkolandin û hewildanên wê desteyê mideha 5 salên buhurî de aşkira bûye ku 423 milyard dînar gendelî li Herêma Kurdistanê hatîye kirinê.

Wî herwiha got ku sedî 17.79`ê vî diravî bo Hikûmetê hatîye zivirandin û 2 milyard û 770 milyon dînar jî ser navê hikûmetê hatîye zevtkirin û istandin.

Serokê Desteya Têkoşîna Dijî Gendelîyê ya Herêma Kurdistana Iraqê herwiha got ku wê desteyê jibo hezar û 27 tawanbarên gendelîyê daxwaza cezayê kirîye û 281 dosîyên gendelîyê jî radestî Dadgeha Têkoşîna Dijî Sûcên Darayîyê ya Herêma Kurdistanê kirine û 103 dosîye jî radestî dadgehên din hatine kirinê û 299 dosîye hatine girêdanê û 304 dosîyên gendelîyê jî li ber lêkolîn û hilkolandinê ne.

Hakim Ehmed Enwer herwiha pêgirî kir ku ew dadgeha bi alîkarîya 11 dadwerên taybet demajoya têkoşîna dijî gendelîyê li Herêma Kurdistanê didomîne çinku, pêkanîna pêbawerîyê di nava welatîyên derheq hikûmetê de hewcedarê kokbirrkirina gendelîyê ye.