Kanûn 09, 2019 14:46 Asia/Tehran
  • Seffêyn Dizeyî: Bila civaka cîhanî jibo girtina pêşîya DAIŞ`ê û vegera wê alîkarîyê bike

Berpirsê Dezgeha Peywendîyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku civaka cîhanî jibo sekinîna himberî DAIŞ`ê û girtina pêşîya vegera wê alîkarîya Herêma Kurdistanê bike.

Seffêyn Dizeyî Berpirsê Dezgeha Peywendîyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li rex merasima Roja Netewî ya Romanîyê li Hewlêrê pêgirî kir ku pêwîst e civaka cîhanî di warê têkoşîna dijî DAIŞ`ê û hewildana jibo girtina pêşîya vegera wê bo navçê alîkarîya Herêma Kurdistanê bike.

Berpirsê Dezgeha Peywendîyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha got: Di vê qonaxê de dewama piştgirî û hevkarîya civaka cîhanî digel hêzên Pêşmerge pêwîst e.

Wî herwiha got: Herêma Kurdistanê hewil dide peywendîyên xwe digel hemî welatên cîhanê pêş bixe û berfire bike.