Kanûn 08, 2019 18:07 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî baştirkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê destkewta herî giring a 100 rojan xebata  kabîna xwe da zanîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li raberkirina rapora 100 rojên ewil ên karê kabîna xwe, baştirkirina peywendiyan bi Bexdayê re û kiryarên cihhatî li warê rawestana li ber gendeliyê, zelalkirina derhatên giştî û navxweyî û wêdebirina beşek ji brokrasiyên îdarî wek hasila kiryara xwe û endamên kabîna xwe da zanîn.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê û ji zarê Rûdaw`ê, Mesrûr Barzanî got  ku hemî derhatên herêmê ketiye ber destê Wezareta darayiyê û plan û bernamên pêdivî bona kêmkirina xercan jî cih hatiye û heta niha derhatên navxweyî jî ji riya biserûberkirina pergala sermalê sedî 25 zêde bûye û çavdêriya ser xercên dewletê jî zêde bûne. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê teqez kir ku dewleta wî kiryarên berfireh bona rawestana li ber gendeliyê kirine û bi xwe ser wê meselê sekiniye û ji tu kes an tevgerekê jî derbas nabe û li hember diyardeya standina  bac û bertêlan jî  di bi micidî rawestin û amara miaşgiran jî hatiye kivşkirin û miaşgirên neqanûnî jî hatine wêdebirin. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê armanca kabîna xwe, gihêştina bi hevhatineka giştalî bi hikûmeta Iraqê re da zanîn û got: Gotûbêjên bi Bexdayê re li çar mêhweran û para Herêma Kurdistanê ji bûdca giştî ya Iraqê, parastina  desthilatê û mafên herêmê li warê nift û gazê, çareserkirina  pirsgirêkên navçên kêşeliser navbera Hewlêr û Bexdayê li çarçova qanûna bingehîn a Iraqê, kivşkirina  hêza pêşmerge wek beşek ji sîstema berevaniyê ya Iraqê û dabînkirina  mafên wan, didome û eva cara yekê  ye ku  Herêm li amadekirina  pêşnumaya  bûdca sala 2020`an a Iraqê de beşdariyê dike.