Kanûn 08, 2019 16:44 Asia/Tehran
  • Elî Heme Salih: Asta gendelîyê li derîyên sînorî nêzî 40 milyon Dolar e

Serokê Fraksyona Tevgera Gorranê li Parlemana Herêma Kurdistanê ragihand ku asta gendelîyê li derîyên sînorî nêzî 40 milyon Dolar e û ev yeka bi belgeyan selimandîye.

Elî Heme Salih Serokê Fraksyona Tevgera Gorranê li Parlemana Herêma Kurdistanê di daxûyanîyekê de ku li Facebooka xwe belav kirîye, ragihand ku wan 3 mehan çavdêrî û lêkolîn têkildarî hemî derîyên sînorî kirine û belgeyên ku bidest xistine, dizî û talanê li derîyên sînorî diselimînin, talaneke bê mînak, dizî û xîyaneta li her kesî, hin kes hene ku jibo derxistina dirêv ji berîkên xelkê amade ne her kesî tûşî nexweşîya herîxirab bikin. 

Wî herwiha aşkira kir ku nivîs û destûr pêwîst nake, çi kelupeleke qedexe bixwazî, bê gumrik û lêgerîn û çavdêrîyê bi zora hêzê bo te tê derbaskirin û anînê.

Serokê Fraksyona Tevgera Gorranê li Parlemana Herêma Kurdistanê herwiha got: Kantînêreke dû bi 30 hezar dolarî, hêk bi 10 hezar û 500 dolarî û sêv û tirî jî bi 5 hezar û 500 dolarî derbasî hundur tê kirinê ku derhata wan kelupelên ku bi qaçaxî tên anînê, mehê de 10 milyon dolar e.

Elî Heme Salih di pişkeke daxûyanîya xwe da jî dibêje ku nêzî 20 şirket li derîyên sînorî dirêv ji xelkê distînê, ji 700 dolarî bigire heta 5 hezar dolarî.

Serokê Fraksyona Tevgera Gorranê li Parlemana Herêma Kurdistanê di dawîya daxûyanîya xwe da dibêje ku di nav wan şirketana da şirket heye bi çend kaxizan mehê 5 milyon dolarî dixe berîka xwe û wî rapora vê babetê daye ber destê Serokê Hikûmetê û Parlemanê û nika lêjneyek têkildarî vê yekê hatîye avakirinê û soza şopandin û cihanîna qanûnê daye.