Nêçîrvan Barzanî ji ber zêdebûna liv û tevgerên DAIŞ`ê dilgiran e
Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Hêzên Pêşmerge yê wê Herêmê di daxûyanîyekê de ji hevalbendîya cîhanî ya dijî koma têrorîst a DAIş`ê xwest ku himberî wê komê bisekine.
Piştî êrişên duh ên têrorîstên DAIŞ`ê ser hêzên Pêşmerge li devera Kolecoyê de ku di encamê de 3 hêzên Pêşmerge canê xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxûyanîyekê de dilgiranîya xwe ya ciddî di vî warî de nîşan da.
Di wê daxûyanîyê de hatîye: Êrişa DAIŞ`ê ser hêzên Pêşmerge li Xaneqînê piştî zincîre têrorên vê dawîyê li Kerkûk û Germîyanê, vê rastîyê diselimînin ku DAIŞ hela kuta nebûye û hela jî gefan li istiqrar û ewlehîya navçê dixe.
Serokê Herêma Kurdistanê di pişkeke daxûyanîya xwe da welatîyên Herêma Kurdistanê dilnîya kirine ku hêzên Pêşmerge û hêzên din ên çekdar ên Herêma Kurdistanê di rewşa amadebaşîyê jibo sekinîna himberî livatên têrorîstan û pûçkirina wan û parastina welatîyan û axa Kurdistanê ne.
Nêçîrvan Barzanî pêgirî kirîye: DAIŞ hela jî gefek dijî aştî û istiqrara Herêma Kurdistanê, Iraq, navçê û cîhanê ye. Em dilnîya ne ku ew rêxistina têrorîst di halê xwerêkxistin û sûdwergirtina ji rewşa nika jibo zêdekirina kiryarên têrorîstî ye.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha xwest ku giranîya hewildana ser kutakirina lezgîn a rewşa bêseruber a Iraqê û vegerandina aramîyê be.