Kanûn 05, 2019 15:19 Asia/Tehran
  • Sekretirê Desteya Wezîran a Herêma Kurdistana Iraqê: Hîç hecetek bona nedana budceya Herêmê tune

Sekretirê taxima wezîrên herêma Kurdistana Iraqê got: Niha ku Hewlêr niftê dide Bexdayê tu mihaneyek bona nedana budceya Herêmê tune.

Li gor rapora IRIB News`ê, Amanc Rehîm Sekretirê taxima wezîrên herêma Kurdistana Iraqê li Press konferansa xwe li Hewlêrê got: Iraqê 62 milyard Dolar ji bankên biyanî qer wergirtiye û ji vî diravî tu parek nedaye Hewlêrê li halê ku di navbera Bexda û Hewlêrê rêketinnameyên baş bona dayîna van qer û deynan hatine îmzakirin.

Wî got: Em lîsteya tam û tekoz yê qer û deyînên Herêma Kurdistana Iraqê didin Bexdayê û li bûdceyê jî çawaniya dayîna van qer û deyînan hatiye berçavgirtin.

Sekretirê taxima wezîrên herêma Kurdistana Iraqê bal kişande ser viya ku Hewlêrê rolekî baş bona zêdebûna derhata Iraqê heye got: Sala 2019 ji aliyê dewleta navendî ya Bexdayê li her mehê 452 milyard dînar bo herêma Kurdistana Iraqê hatiye dayîn.