Kanûn 01, 2019 12:30 Asia/Tehran
  • Şandeya Herêma Kurdistanê îro diçe Bexdayê

Şandeyeke hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê îro careke din serdana Bexda dike. Tê gotin ku ev şande wê li gel wezîrên darayî, plandanîn û neftê bicive û bi wan re ser neftê û bûdca 2020ê ya Iraqê re gotûbêjê bike .

Şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd, Sekreterê Desteya Wezîran Armanc Rehîm, Wezîrê Herêmê Xalîd Şiwanî û Serokê Dîwana Desteya Wezîran Umêd Sabeh pêk tê, wê îro serdana Bexda bike. Ev şande ev sê carin serdana Bexda dike.

Wê şandeya Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Darayî yê Iraqê, Wezîrê Plandanîn ê Iraqê û Wezîrê Neftê yê Iraqê têkildarî para Herêma Kurdistanê ya di bûdceya giştî ya Iraqê de û mesela neftê biaxivin.

Wezîrê Herêmê Xalîd Şiwanî duh dabû diyar kirin ku diyar nîne wê îro lihevkirinê îzme bikin yan ne.

Di 23 û 25'ê Mijdarê de vê şandeyê serdana Bexdayê kirîbû. Wê demê ragihandîbûn ku ligel Bexda lihevkirin pêk hatine, tenê îmzekirin maye.

Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil jî di derbarê çarenûsa lihevkirina navbera Hewlêr û Bexda ya li ser bûdçe û neftê de piştî îstifakirina serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, got; “Me lihevkirinê bi Hikumeta Iraqê re kiriye, ne ku şexsî ye. Em li bendêne ku wê di çend saetên bê de, çi biryarek li ser lihevkirinê were dayîn.”

Herî dawî berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Cotyar balkêşa ser helwesta Hikumeta Herêmê ya hemberî guhertina destûra Iraqê de û got; “Rêgeza lihevkirinê beşek girîng ya nivîsîna destûrê ye. Berê jî her bi wê rêgezê destûr hatiye nivîsandin. Li gorî me jî wê destûrek baştir, ji vê destûrê niha neyê nivîsandin.”