Mijdar 30, 2019 15:04 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 12 kes bi tawana hevkarîya digel Kurdên Sûrîyê hatin girtinê

12 kes ji welatîyên Herêma Kurdistanê ku jibo alîkarîya Kurdên Sûrîyê çûbûn deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê, piştî vegera bo Herêma Kurdistanê hatin girtinê.

Piştî destpêbûna êrişa Artêşa Tirkîyê ser deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê, hejmarek welatîyên Herêma Kurdistanê jibo alîkarîya Kurdên Sûrîyê û sekinîna himberî wê êrişê, ji şarên curbicur ên Herêma Kurdistanê xwe gîhandin Kurdistana Sûrîyê.

Ligorî rapora Malpera Roj News`ê, 12 kes ji wan dema vegera bo Herêma Kurdistanê li derîyê sînorî yê Pêşxabûrê di navbera Herêma Kurdistanê  û Kurdistana Sûrîyê de ji hêla hêzên ewlehîyê yên PDK va hatin girtinê.

Ligorî vê raporê, hefteyek ji girtina wan kesan derbas bûye lê, hela gotineke zelal derbarê hegera girtina wan kesan û cihê ragirtina wan nayê gotin û agahî derbarê çarenûsa wan de tineye. 

Hêzên ewlehîyê derbarê hegera tawanbarbûna ihtimalî ya wan kesan de tiştek ji malbatên wan re negotine.