Herêma Kurdistanê her mehê nêzîkî Trîlyonek dînarî werdigre
Berpirsê nunertiya hikûmeta herêam kurdistanê li Bexdayê ragahnd, roja yekşemiyê Hewlêr û Bexdayê rêketina dawiyê li bara bûdcê wajo dikin û her wiha diyar kir: Heftiya tê hikmeta Iraqê bûdcê bo pesenkirinê dê bişîne parlemanê .
Li gorî rapora Xendan Newsê, 25 vê mehê, şanda Herêam kurdistanê û hikûmeta Iraqê li bara pirsa neftê û bûdca 2020an a Iraq civiyan, piştî gotûbêja berpirsên her du aliyan li hev kirin û li destpêka sala 2020an va Herêam Kurdistanê rojê 250 hezar bermîl niftê dê radestî kompaniya Somoyê bike li beramber bûdceya tam û tekûz a herêmê.
Farsi Îsa berpirsê nunertiya hikûmeta Herêam Kurdistanê li Bexdayê ji malpera partiyê re raghand: Biryar e roja yekşemiya tê, şanda hikûmeta Herêama Kurdistanê seredana Bexdayê bike û bi hikûmeta Herêma Iraqê re rêketina dawiyê li bara pêşnumaya bûdcê wajo bikin, pişt re Herêam Kurdistanê û Bexda rêketina xwe li nav bûdceyê cîbicî bikin û raberî parlemanê dikin.