Mijdar 26, 2019 15:41 Asia/Tehran
  • Tirkiye hêkên demborî dişîne Herêma Kurdistanê

Li Benda Dêgele ya Hewlêrê 4 wesayîtên barhilgir ên Hêkên Tirkiyê yên ku dîroka wan derbasbûyî hatin desteser kirin. Piraniya wan ti dîrok li ser nîne û hinek jî li ser dîroka 27'ê Mijdara 2019 hatiye nivîsandin ku hîn ev roj nehatiye.

Ji berî çend rojan li Benda Dêgela ya ketina Hewlêrê, bi biryara Wezîra Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê Bêgert Talebanî  4 barhilgirên hêkên Tirkiyê barkirî hatin desteser kirin ku bi dehan ton bûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer hatine girtin, hêkên dîroka wan bi ser de çûyî, birine Îranê û ji Îranê jî derbasî Silêmaniyê kirine û hewldane derbasî Hewlêrê bikin. Lê, Beşa kalîte ya Kontrolê ya Benda Dêgela ew desteser kir.

Dîroka hêkan derbas bûye û hinek jî qet dîrok li ser nîne. Hinek jî dîroka 27'ê Mijdarê weke roja hilberînê hatiye danîn ku hîn 2 roj jê re maye. Herwiha hinek hêkên Ukranî jî têkel kirine.

Niha hêk li Hewlêrê hatine desteserkirin û biryar e piştî lêkolînê werin îmha kirin.

Hejayî gotinê ye ku ji bo geşkirina bazara hêkên xwemalî, meha Gulana îsal hikûmeta Iraqê û di dema Tirmehê de qaymeqamê Silêmaniyê biryara qedexekirina hawirdekirina hêkan da bû. Lê gorî zanyariyan bi qaçax hêkan hawirde dikin.

Li Herêma Kurdistana Iraqê salene 16 hezar ton bi berhem tê û têra Herêma Kurdistanê dike û hinekê dişînin bajarên din ên Iraqê.

Eva ne cara yekem e kutiştên xwarekê ên demborî û bi taluke ji Tirkiyê dişînên Kurdistana Iraqê, berî viya jî kêkên ku heb di nav wan de bûn şandibûn vê herêmê.