Mijdar 25, 2019 18:59 Asia/Tehran
  •  Nêçîrvan Barzanî:

Serokê Herêma Kurdistanê li peyamekê bi muansibeta destpêbûna kempêyna 16 rojî ya rawstana li ber şîdeta li dijî jinan li herêmê, ragihand ku bernameyeke rêk û pêk bona jordebirina cih û şûna jinan li civaka herêmê û parastina mafên wan cih tîne.

 Li gorî rapora Kurd Pressê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi muansibeta roja cîhanî ya rawestana li ber şîdeta li dijî jinan, kempêyneka 16 rojî ser navê rakirina duberekiyê, bêhêzkirina jinan û xebitandina wan li civakî bo vê mebestê destpê kiriye û Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê li peyamekê bi vê boneyê teqez kir ku  jin li civakê ketim ber zilm û zorê. 

 Wî li vê peyamê amaje kiriye ku her cure şêr û pevçûn bûye sedema paşdemayîna welatan û paşdemayîna  civakan  ji pêşketinê bûye, jin  goriyên sereke yên hemî şer û  û aloziyan in û civaka  herêmê ji ber ku ketine ber şêr û pevçûnên curbicur û bi taybet şerê vê dawiyê bi DAIŞê re, gelek xisar dîtine û ji wan jinên êzdî ji aliyê vê komê tastî şîdetên giran , dîlgirtinê û xisarên din  hatin. 

 Wî her wiha ragihandiye ku  hikûmeta herêmê bi hemî hêza xwe bona  hilkolandin û alîkariya  jinên xisardîtî ji şêr û şîdetên din ketiye tevgerê. 

 Barzanî li beşek din ji vê peyamê diyar kiriye ku saziya serokatiya ehrêma Kurdistanê bernameyeke berfireh bona jordebirina cih û şûna jinan li civaka herêmê û dabînkirina  mafên wan û wêdebirina şîdeta li dijî jinan amade kiriye ku dê bi hevkariya saziyên têkildar wan cih bîne.