Wezîrê Niftê yê Iraqê: "Bexda û Hewlêrê liser mijarên nift û bûcê lihev kirine"
Mijdar 25, 2019 17:39 Asia/Tehran
Wezîrê Niftê yê Iraqê, 'Samir Gezban' ragihand ku Herêma Kurdistanê û Bexdayê bi awayekî seretayî têkildarî radestkirina nifta Herêmê bo Şirketa SOMO'yê lihev kirine.
Wezîrê Niftê yê Iraqê Samir Gezban dîyar kir ku "Hewlêr û Bexdayê bi awayekî seretayî lihev kirin ku Hewlêr niftê radeestî Şirketa SOMO`yê bike."
Ligorî gotina Wezîrê Niftê yê Iraqê ew rêkevtina yê di sala bê de were cihanînê û Hewlêr dê rojane 250 hezar bermîl nift radestî Şirketa SOMO`yê bike.