Mijdar 25, 2019 07:58 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî bo şandeke Amerîkayê: Rewşa Iraqê bandorê li Herêma Kurdistanê dike

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê û şandeke Amerîkayê li Hewlêrê rewşa navçeyê û Iraqê hilkolandin û Nêçîrvan Barzanî ragihand, rewşa Iraqê û xwepêşandan û bûyerên li Bexdayê û parêzgehên din ên Iraqê bandorê li Herêma Kurdistanê dikin.

Duh 24ê Mijdara 2019an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Netewî yê Amerîkayê li senatoya Amerîkayê Robert Karem û şanda pê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxûyanîyekê de ragihandiye, Nêçîrvan Barzanî di civînê de tekez kiriye ku “Herêma Kurdistanê ji bo aramî û istiqrara Iraqê amade ye her cure alîkarîyekê bike” û diyar kiriye: “Rewşa Iraqê û xwepêşandan û bûyerên li Bexdayê û parêzgehên din ên welêt, bandorê li ser Herêma Kurdistanê dikin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekezî li ser “pêwîstiya alîkariyên Amerîkayê û civaka navdewletî bo Iraqê û Herêma Kurdistanê” kir.

Li gor dauxyaniyê, Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin ku Herêma Krudistanê dixwaze hemû pirsgirêkên xwe yên ligel hikûmeta Iraqê bi rêya “diyalog û hevdufemkirinê li ser bingeha destûra Iraqê” çareser bike.

Di civînê de ku Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê jî amade bûbû, “herdu aliyan pêşhatên herî dawî yên li Iraqê û navçeyê û çawaniya serederîkirina ligel pêşhatan gotûbêj kirin û tekezî li ser pêwîstiya Iraqê bi aramî û istiqrara siyasî û ewlehiyê û têgihîştineke dirist ji daxwazên rewa yên xwepêşanderan û dûrketina ji tundûtîjiyê kirin.”

Di hevdîtinê de, rewş û pêşhatên li navçeyê bi giştî û metirsiya dubare destpêkirina terorê û çawaniya sekinîna himberî wê, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.