Mijdar 24, 2019 18:20 Asia/Tehran
  •  Parlemana Herêma Kurdistanê çalakiya Niştimanî ya alîkariya ji bo awareyên bakurê Sûriyê despê kir

Parlemana Kurdistanê çalakiya Niştimanî ya komkirina alîkariyên mirovdostiyê bo awareyên bakurê Sûriyê raghand û ji hemî parlemanter, kedkarên parlemanê û welatiyan kir ku alîkariya awareyên kurd ên Sûriyê bikin.

 Li gorî rapora Xendan News`ê, Hêmin Hewramî, cîgirê serokê parlemanê  li konferansekê de têkildarî vê çalakiyê got: Di bin sîwana parlemanê de bona alîkariya kurdên bakurê Sûriyê, weku parlemanê çalakiyeke  niştimanî ragihandine, armanca wan dabînkirina pêdiviyên awareyan beriya destpêbûna serma û seqemê ye. 

Wî her wiha diyar kir niha milyonek û 42 hezar aware li Herêma Kurdistanê li vê kampê dijîn ku li nav vê hejmarê 790 hezar kes awareyî bajarên Iraqê ne û 252 hezar kes jî xelkê kurd ên Sûriyê ne Herêma kurdistanê di dema qeyrana  aboriyê de nekarî ku alîkariya kurdên bakurê Sûriyê bike. 

 Lîjneya berpirsiyar çalakiya xwe li parlemana  Kurdistanê eşkera û rohn  kir ku ev çalakiya sê rojan dê bidome û li talara parlemanê dê birêve here û lijne daxwazê ji endamên parlemanê, kedkarên parlemanê, welatiyan û saziyên xêrxwaziyê dike ku hindî dikarin alîkariya  wan awareyan .