Mijdar 12, 2019 18:23 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê careka din êrîşî ser malê xelkê yên Herêma Kurdistanê kir

Firokeyên şêrr ên Artêşa Tirkiyê careka din malên xelkê sivîl li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê bi giranî bombebaran kirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Malpera Roj Newsê ragihand ku îro Sêşemiyê, 12ê Mijdarê Firokeyên şêrr ên Artêşa Tirkiyê di dewama êrîşên rojane û bêrawestan ser Herêma Kurdistanê bilindahiyên Karûxê li navçeya Wertiyê ya parêzgeha Hewlêrê dane ber êrîşê.

Li gorî vê nûçeyê bombebaran bi qasî du saetan berdewam bûye û hevdem jî firokeyên bêpîlot ên sîxoriyê yên Tirkiyê li esmanê navçeyê gerriyane.

Kanala NRTyê jî ragihand ku di encama êrîşên Firokeyên şêrr ên Artêşa Tirkiyê, bilindahiyên Helemwendiyê yên Raniyê jî ketine ber hedefê.