Cotmeh 08, 2019 08:51 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî û Lavrov derheq rewşa navçê bakura Sûriyê axivtin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh li hevdîtina serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê ser rewşa navçê û guhertinên li Rojhilata Navîn û Iraqê axivtin.

Wezîrê Karên Derve  yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina bi serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  re bi serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Duh Wezîrê derveyê Rûsyayê ji Bexdayê gihêşte Hewlêrê û ji alîyê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve, Mesrûr Barzanî hat pêşwazîkirin.

Piştî kombûna Lavrov û serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Lavrov serdana serokê PDKê  Mesûd Barzanî kir û herdû alî kom bûn.

Eva piştî pênc salan sefera yekem a Lavrov bo Iraqê û hevdîtina bi rayedarên vî welatî yên wekî serokwezîr û wezîrê derve yê Iraqê bû.

Lavrov li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê  Adil Ebdulmehdî re ser pêwendiyên du welatan û riyên berfirekirina wan di warên siyasî, ewlehî û aborî axivt.

Wezîrê derve yê Rûsyayê herwiha li hevdîtina  wezîrê derve yê Iraqê Muhemed Elî Hekîm got: Rûsya wê firotina çekan bo Iraqê despê bike.

Lavrov herwiha bi serokomarê Iraqê Berhem Salih re jî hevdîtin pêk anî û ser alûgorên navçê pêre xeber da.