Cotmeh 07, 2019 15:35 Asia/Tehran
  •  Dilgiraniya Nêçîrvan Barzanî ji rewşa Iraqê

Serokê Herêma Kurdistanê, rewşa Iraqê hestyar da zanîn û ser pêwîstiya vegeryana ewlehî û aramiya siyasî bo wê teqez kir.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Nêçîrvan barzanî, serokê Hrêma Kurdistanê li Hewlêrê tev Brono Obyêr balyozê Firansayê li Iraqê hevdîtin û gotûbêj kir.

 Li gor daxûyaniya saziya serokatiya Herêma Kurdistanê li hevdîtina îro, dawîn alûgur û buyerên siyasî yên Iraqê bi taybet nearamiyên çend rojên buhurî ketin ber behs û nîqaşê.

 Serokê Herêma Kurdistanê li vê hevdîtinê bal kişand  ser rewşa hestyar a Iraqê û ser pêwîstî û hevcetiya vî welatî bi aramiya siyasî û ewlehiyê teqez kir û xetera vejiyana DAI`ê li vî welatî cidî nirxand.

 Barzanî hişyarî da ku Iraq di qonaxeke hestyar de ye û hwcetî bi ewlehî û aramiya siyasî heye û alozî û lihevxistina ewlehiyê û derketina  buyeran ji kontrolê, rewşê aloztir dike û destekê nade çareserkirina pirsgirêkan û rewşa wisa dibe sedema ziyan û xisaretê li  hemî iraqiyan. 

 Li gor daxûyaniya saziya serokatiya Herêma Kurdistanê li bara hevdîtina  Barzanî û balyozê Firansayê, her du aliyan ser berfirehkirina peywedniyên navbera Herêma Kurdistanê û Firansayê teqez kirin.

 Mesele û pirsgirêkên li peywendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê û gotûbêjên navbera du aliyan bo çareserkirina wan û rewşa awareyan ji mêhwerên din ên hevdîtina Barzanî û Brono Obyêr hatiye raghandin.