Cotmeh 06, 2019 15:35 Asia/Tehran
  • Fraksiyonên Kurd beşdarî rûniştina Encûmana Nûneran a Iraqê dibin

Îro yekşemê Cîgirê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ragihand ku fraksiyonên Kurdî dê beşdarî civîna dahatû ya Encûmana Nûneran a Iraqê (Meclisê) bibin.

Her weha biryar e ku roja Duşemê,Encûmana Nûneran ji bo gotûbêjê li ser dazwazên Xwepêşandaran bicivin, Parlementar Dîla Xefor  di daxuyaniyeke taybet de ragihand ku fraksiyonên Kurd dê beşdarî civîna bê ya encûmana Nûneran bibin, û divê helwesta li hember bûyeran yek be û rewş bi başî were xwendin.

Dîlan amaje bi wê yekê jî kir ku fraksiyon ji hemû hêlan ve xwendinê bikin, wek dûrxistina hikûmet an kivşkirina demeke diyar jê re heta ku guhartinê pêk bîne.Wê herwiha tekez li ser wê yekê kir ku fraksiyonên Kurdî piştevaniya aramiya Iraqê dikin û piştevaniya xwe bo daxwazên xwenîşanderan piştrast dikin.