Îlon 21, 2019 19:35 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê teqîna têrorîstî li Kerbelayê şermezar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê bi peyamekê sersaxî da malbatên goriyên teqîna li Kerbelayê û ev şermezar kir.

Li gorî Kurd Pressê, Li pey teqîna têrorîstî li Kerbelayê ku di encamê de herîkêm 12 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn, Mesrûr Barzanî di peyamekê da ku li malpera fermî ya PDK hatiye weşandin, hevderdiya xwe digel malbayên goriyên vê bûyerê û xizmên wan ragihand.

Barzanî tevî diyarkirina hêviya baştirbûnê jibo birîndarên teqîna li Kerbelayê, destnîşan kir ku vê bûyera têrorîstî bi tundî şermezar dike.

Hêjayî gotinê ye ku medyayên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku şeva bihurî mînîbûseke bombebarkirî li nêzikî navendeke çavdêriya leşkerî li bakurê parêzgeha Kerbelayê teqîya û di encamê da 12 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

Malpera Xendanê hejmara birîndaran 6 kes da zanîn.