Îlon 21, 2019 09:10 Asia/Tehran
  • Haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji girtina pêşîya derbasbûna rayedarê YNK`ê li Hewlêrê tineye

Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku haya Hikûmetê ji girtina pêşîya derbasbûna endamê Polîtbiroya YNK`ê li şarê Hewlêrê tineye.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, roja Pêncşem 19`ê Îlonê hêzên ewlehî yên Hewlêrê ku di bin fermana PDK`ê da ne, nehîştin ku endamê Polîtbiroya YNK`ê Mehmûd Sengawî derbasî wî şarî bibe û ev yeka bû sedema gêreyê di navbera PDK û YNK`ê da û Berdevkê Fermî yê YNK`ê ew kara pêngaveke pawanxwazne û nayêqebûlkirinê zanî.

Lê Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Cotyar Adil di hevpeyvîna digel Radyoya Kurdî ya Dengê Amerîkayê de got ku haya wî ji girtina pêşîya derbasbûna Sengawî li Hewlêrê tineye.

Wî pêgirî kir ku haya wî ji hûrgilîyên lêkolînên derbarê wê bûyerê de jî tineye û heta kutabûna hilkolandin û lêkolîna deqîq ser wê meseleyê de ew nikare di vî warî de biaxive.

Berî vîya jî Wezareta Karên Hundur a Herêma Kurdistanê di daxûyanîyekê de pêgirî kir ku hîç fermanek li pişt wê pêngavê nebûye û derbarê mijarê lêkolîn destpê bûye.

Malpera Awêneyê jî ragihand ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî weke endamê pillebilind û bibandor ê YNK`ê digel tîma wê partîyê di nav kabîna Herêma Kurdistanê de, di nameyeke fermî bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de nerazîbûna xwe himberî girtina pêşîya Sengawî li Hewlêrê nîşan daye û xwestîye ku mesele were şopandinê û kesên ew kara kirine bên naskirin û cezakirinê.

Ji hêla din ve duh Înî serê sibê meqera PDK`ê li Silêmanîyê ket ber êrişa kesên nenas.

Di vî halî da Malpera Roj News`ê jî ragihand ku 3 meqerên YNK`ê di siet 8:34 de ketine ber êrişa kesên nenas û hêzên ewlehî di halê lêkolîna ser meseleyê de ne.

Berpirsê Çiqa 4`ê ya YNK`ê li Hewlêrê jî di vî warî de ragihand ku parastina nivîsgehên YNK`ê li Hewlêrê erka hêzên ewlehî yên vî şarî ye.

Wî hişyarî da ku heke ew bûyera dubare bibe, berteka YNK`ê dê gellekî tund û giran be.