Gurrbûna nakokiyên navbera Yekitiya Niştmanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê
Girtina pêşiya çûyîna endamê polîboroya partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê bo Hewlêrê ku di bin kontrola hêzên Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê de ye, bûye sedema alozbûna peywendiyên navbera her du partiyan û bertekên tund û nakokiya di navbera wan.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, roja pêncşemiyê 19 Îlonê, hêzên ewlehiyê yên Hewlêrê ku di bin fermana Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê de ne, nehiştin Mehmûd Sengawî endamê polîtboroya partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê here vî bajarî.
Ji ber vê kiryarê her du partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê û ku bi desthilat in hin bertek nîşan dane û pirsgirêkên di navbera wan ku ji çend dehekan berî niha ve hebûne, gurtir bûne.
Eva li halekî ye ku li mehên buhurî du partiyên navbuhurî piştî gotûbêjên dom û dirêj li bara hin mijaran û meselên ser bi Herêm, Kerkûk û peywedniyên bi Bexdayê re li hev kiribûn.
Piştî ku nehiştin Sengawî here Hewlêrê, berdevkê YNK teqez kir ku pawanxwazî li Hewlêrê nayê qebûlkirin.
Lê wezareta karûbarên navxwe ya Herêmê li daxûyaniyekê teqez kir ku tu fermanek li piştî vê kiryarê nebûye û lêkolînên pêdivî li bara wê cih tê.
Ji aliyê din ve şeva buhurî, kesên nenas ber bi avahiya nivîsgeha çiqa çaran a Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê li bajarê Silêmaniyê gulle avêtin ku tu xisarek tinebû.
Berpirs û saziyên ewlehiyê li Silêmaniyê heta niha li vê barê tiştek negotine.