Îlon 19, 2019 09:56 Asia/Tehran
  • Hewlêr bo hevhatina digel Bexdayê xweşbîn e

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtian bi balyozê Amerîkayê li Iraqê ra ragihand ku hikûmeta herêmê derbarê hevhatina digel dewleta navendî ya Iraqê xweşbîn e.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubadê Talebanî di hevdîtian bi Matiyo Tûler, Balyozê Amerîkayê li Bexdayê ku hevdem digel çûyîna Berhem Salihê serokomarê Iraqê bo Hewlêrê, sefera vî bajarî kiriye, tevî amajeya bi gotûbêjên pêkhatî navbera rayedarên Herêma Kurdistanê û Berhem Salih û desteya pêre, ragihand ku Herrêm bo hevhatina digel Bexdayê xweşbîn e.

Di vê hevdîtinê da, du aliyan tevî amajeya bi vya ku hevtêgihîştin û atmosfereka erênî di gotûbêja navbera Hewlêr û Bexdayê da pêk hatiye û hevhatina jibo rêkara qanûnî bona kêşeyên navbera du aliyan nêzik e, li ser pêwîstiya zêdekirin û dewama gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçova Qanûna Bingehîn a vî welatî da pêgirî kir.

Tûler her wiha bi Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ra jî civiya.