Îlon 17, 2019 18:22 Asia/Tehran
  • Sefera Berhem Salih dê jibo navbeynkarîyê seredana Hewlêrê bike

Nunerê Herêma Kurdistanê li Bexdayê raghand ku Serokkomarê Iraqê tev Wezîrê Darayiyê yê vî welatî bona gotûbêja bi rayedarên Herêma Kurdistanê û navbeynkariya bo hevhatina dewleta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê sefera Hewlêrê bike.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Faris Îsa li gotûbêja bi malpera nûçan a Haw-wilatiyê re  raghand ku îro sêşemiyê 17 Îlonê, Berhem Salih serokkomarê Iraqê tev Fuad Hseyn Wezîrê Heytiyê yê vî welatî bi taximeke pilebilind ji rayedarên dewleta navendî ya Iraqê sefera Hewlêrê dikin.

Wî her wiha got ku armanca  vê seferê gotûbêja bi rayedarên pilebilind û rêberên Herêma Kurdistanê bona xurtkirina peywendiyan navbera dewleta navendî û herêmê û hevhatina navbera Hewlêr û Bexdayê ser mijarên mîna nift û bûdceyê ye.

Wî her wiha raghand ku sefera vê taximê li herêmê sê rojan kêşaye û pişt re Berhem Salih û Fuad Huseyn û taxima bi wî re sefera Emerîkayê dikin.

Nunerê Herêma Kurdisrtanê li Bexdayê destnîşan kir ku biryar e Muhemed El-Helbûsî serokê parlemana Iraqê jî sefera Herêma Kurdistanê bike.

Kanala Rûdawê jî li vê barê raghand ku ev taxima îro siet 4 ê li gor dema herêmê gihêştiye Hewlêrê û li bara meselên têkildarî niftê, bûdcê û navçên kêşeliser navbera Hewlêr û Bexdayê bi rayedarên  Herêma Kurdistanê ji van Nêçîrvan Barzanî, serok û Mesrûr Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê gotûbêjê dike. 

Eva li halekê ye ku biryar bû îro taximek ji Herêma  Kurdistanê bo gotûbêja bi rayedarên dewleta navendî  re seferta Bexdayê bike lêî ev sefera ji ber gihêştina serokkomar û wezîrê heyîtiyê yê Iraqê bo Hewlêrê, hat îbtalkirin