Îlon 17, 2019 17:44 Asia/Tehran
  • Parlimanterekî YNK`yî: Bila jibo rawestandina êrişên Tirkîyê ser Herêma Kurdistanê pêngaveke ciddî bê rakirinê

Parlimanterekî Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) pêgirî kir ku divê Serokên her sê dezgehên birêvebir ên Iraq û Herêma Kurdistanê pêngaveke ciddî jibo rawestandina êrişên Tirkîyê ser Herêma Kurdistanê rakin.

Parlimanterê YNK`ê li Parlimana Herêma Kurdistanê Luqman Wertî dema seredana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê yên ku mideha 3 rojên buhurî de ji hêla Artêşa Tirkîyê ve hatine bombebarankirinê, ji nûçegîhanê Roj News`ê re got ku di encama êrişên Tirkîyê ser Herêma Kurdistanê de heta nika gellek kesan canê xwe ji dest dane, birîndar bûne û xisarên berfire yên maddî çêbûne.

Wertî herwiha got ku di Tebaxa buhurî de 15 Parlimanterên Parlimana Herêma Kurdistanê di nivîsareke fermî de ji Desteya Serokatîya Parlimanê xwestin ku civîneke taybet derbarê êrişên Tirkîyê û sepandina zextê ser vî welatî bi rêya civaka cîhanî û rawestandina wan êrişana lidar bixe lê karek di vî warî de nehatîye kirin.