Dijberiya PDKê li hember lidarxistina hilbijartinên konseya parêzgehan li Kerkûkê
Endamên firaksiyona partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) bona dijberiya li hember lidarxistina hilêbijartinên konseyên parêzgehan ên Iraqê li Kerkûkê, ji civîna parlemana Iraqê bona sererastkirina qanûna hilbijartinên konseyên parêzgehan derketin.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Bextiyar Şaweys, nûnerê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê li parlemana Iraqê, amajeyî lidarxistina civîna parlemana Iraqê bona pejirandina reformên qanûna hilbijartinên konseyên parêzgehan kir û got ku nûnerên PDKê li hember pejirandina van reforman ku lidarxistina hilbiajrtinên konseyên parêzgehan li Kerkûkê digre ber xwe, dijberî kiriye û bona protestokirina pejirandina vê qanûnê terka civîna parlemanê kirine.
Wî got ku tevî dijberiya firaksiyona PDKê li hember lidarxistina hilbijartinên parlemana Iraqê li Kerkûkê, nûnerên din ên partiyên kurdistanî li parelamnê ev yeka qebûl kirine û dengê xwe dane reformên qanûna hilbijartinêa konseyan.
Parlemana Iraqê roja duşemiyê 22 Tîrmehê, qanûna hilbijartinên konseayên parêzgehan a welêt bi piraniya dengê nûnerên vî welatî pejirand.
Rizgar Muhemed, cîgirê serokê konseya komîsyona bilind a hilbijartinên Iraqê, li vê barê raghand ku 1 Nîsana 2020`an wek roja lidarxistina hilbijartinên konseya parêzgehan li seranserê Iraqê û ji wan li Kerkûkê hatiye kivşkirin û hilbijartin bi awayê elektronîkî û bi çavdêriya kamêrayên medar girtî tên lidarxistin.