Tîrmeh 23, 2019 18:22 Asia/Tehran
  • Gorên bikom ên li Semaweyê tê kirin: Rûfatên 400 kesên Kurd têde hene.

Tîma Niştimanî ya Gorên Bikom li Semawe dest bi vekirina pêncemîn gora bikom kir ku hemû ‎rûfatên nav gorê Kurd û xelkê devera Germiyan in û di serdema hikûmeta Beisê de hatin ‎kuştin û bikom hatine binaxkirin. Beşeke zêde ya rûfatên nav gore jin û zarok in.‎

Birêveberê Rêveberiya Gorên Bikom li Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan ya Herêma Kurdistanma Iraqê, Sîrwan Celal ji Tora ‎Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku dest bi vekirina goreke din a bikom li qezaya Selman ser bi ‎parêzgeha Semawe kirine, ku pêncemîn gora bikom e li navçeyê û piştre dest bi vekirina du ‎gorên din dikin ku 400 rûfat di hersê goran de ne.‎

Sîrwan Celal behsa wê yekê kir ku ew hersê goran vedikin, rûfatan dibin Peymangeha Pizîşkiya ‎Dadwerî ya Bexdayê, daku pişkinîna DNA bo wan bê kirin û piştre dibe pişkinîn bo kesûkarên ‎wan jî bê kirin.‎‏ ‏‎ Piştî rûxana hikûmeta Beisê, li Semawe hejmareke din a gorên bikom hatin ‎dîtin û rûfatên di nav wan de bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.‎

Li gor amarên Rêveberiya Gorên Bikom li Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan, ji sala 2004ê e çar ‎gorên bikom hatine vekirin, hemû rûfatên di nav wan de Kurd û xelkê devera Barzan û ‎Germiyan bûn.‎

Sala 2004ê du gorên bikom hatin vekirin, 114 rûfat di gora yekem de bûn, gora duyem 45 rûfat, ‎sala 2005ê gorek hat vekirin ku 503 rûfat têde bûn, sala 2013ê goreke din hat vekirin û 93 rûfat ‎têde bûn.‎

Tîma Niştimanî ya Gorên Bikom ku ji Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma ‎Kurdistanê, Dezgeha Şehîdan a Iraqê û Peymangeha Pizîşkiya Dadwerî ya Bexdayê pêk tê, ji îro ‎ve heta 1ê Tebaxê her sê gorên bikom ên li Semawe vedikin.‎