Mesûd Barzanî:Herêma Kurdistanê dê nebe meqerek bo terorê
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li peyamekê bo minasibeta girtina tawanbarên terora dîplomatên Tirkiyê li Hewlêrê, teqez kir ku Herêma Kurdistanê dê tu carî nebe qadek ji bo terorê.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Konseya ewlehiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê roja şemiyê, 20 Tîrmehê li daxûyaniyekê girtina yek ji sebebkarên gulleavêtinê û terora dîplomatên Tirkiyê li yek ji restûranên Hewlêrê raghand.
Li gor daxûyaniya Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê, Mezlûm Dag welatiyê Tirkiyê û ji xelkê bajarê Amedê wek tawanbarê sereke yê terora dîplomatên Tirk li navenda Herêma Kurdistanê hatiye girtin.
Mesûd Barzanî serokê PDKê bi peyamekê tevî sipasiya ji lezgînî û baldariya Hêzên Ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê li girtina tawanbarên dosiya êrişa ser dîplomatên Tirkiyê li xwaringehekê li Hewlêrê, raghand : Em ji gişkan dixwezin ku bila pisrgirêk û pevçûnên xwe neguhezînin Herêma Kurdistanê û nebin sedem ziyan li xelkê Kurdistanê bikeve.
Barzanî, hêzên Ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê hêzên bawerpêkirî û weke fexr û şanaziyê bi nav kirin û tevî sipasiya ji hevkariyên xelkê bi van hêzana , teqez kir: Xelk û hêzên ewlehiyê cardinê ev mesela giring selmandin ku Kurdistan dê tu carî nebe meqera terorê.