Tîrmeh 20, 2019 19:44 Asia/Tehran
  •  Navenda Dijî- terorê ya Herêma Kurdistanê: Pêkînerê êrişkira li Hewlêrê hat girtin

Navenda Dijî-terorê ya Herêma kurdistana Iraqê ragahnd ku yek ji êrişkirên li xwaringeha Hewlêrê ku li encama bûyerê cîgirê konsûlxana giştî ya Tirkiyê li Hewlêrê hat kuştin, hat destserkirin.

Navenda Dijî- terorê li rûpela xwe ya fermî li nav tora civakî ya Facebookê îro şemiyê daxûyaniyek da û raghand: Mezlûm Dag ku du rojan berî niha wêneya wî wek kesê ber şopandinê li malpera Navenda Dijî- terora Herêma Kurdistanê hat weşandin, ji aliyê rêveberiya Asayişa Hewlêrê ve hat desteserkirin.

Navenda Dijîterorê, wêneya Mezlûm Dag di halekî da ku hatibû desteserkirin, weşand û raghand ku  hûrgiliyên meselê dê bên ragahndin.