Tîrmeh 20, 2019 17:41 Asia/Tehran
  • Daxûyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê li bara êrişa ser geştyarên Herêmê li Tirkiyê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek berteka li hember êrişa nijadperestane ya hejmarek ji xelkê navça Trabzonê ser geştyarên herêmê ji ber hebûna wêneya alaya Herêma Kurdistanê ser kincên wan li daxûyaniyekê teqez kir ku alaya herêmê qanûnî bûye û pêştir jî li balefirgeh û li navendên fermî yên Tirkiyê hatiye bikaranîn.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî êrişa ku roja pêncşemiya buhurî  ser hejmarek ji geştyarên Herêam Kurdistanê li navça Trabzona Tirkiyê qewimiye û li encama wê welatiyên tirk ên rêgezperest ji ber hebûna  alaya Herêma Kurdistanê ser kincê yek ji geştyaran êrişî wî kirin û pilîsê Tirkiyê jî 9 kes ji geştyarên herêmê girt, daxûyaniyek weşand û li hember vê bûyerê bertek nîşan da.

 Li daxûyaniya Herêma Kurdistanê bêyî ku ev êrişa were şermezarkirin, hatiye ku hejmarek ji welatiyên Herêma Kurdistanê ku wek geştyar çûne Trabzonê ji ber ku xwestin bi alaya herêmê wêneyê bigrin,ketine ber êrişê û hatine desteserkirin û biryar e ku radestî dadgeha Tirkiyê bibin.

 Eva li halekê ye ku Samî Celal rêveberê giştî yê dîwana Wezareta karên derve  ya Herêma Kurdistanê jî  li vê barê ji malpera Xendanê re got ku Barzanî berdewam bona azadkirina geştyarên Herêma Kurdistanê li Tirkiyê bi rayedarên  vî welatî re di peywendiyê de bûye û serê axir 9 geştyarên girtî yên herêmê li Tirkiyê hatine azadkirin û vegeryane herêmê û peywendiyên rayedarên herêmê û Tirkiyê jî li vê barê didomin.