Balafirên cengê yên Tirkiyê Qereçox, Gare û Metîna bombebaran kirin
Balafirên şêrr ên Tirkiyê çiyayên Qereçox, Gare û Metîna li Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin. Di encama êrişan de 3 welatîyên sivîl li gundê Sipîndarê birîndar bûn.
Li gor agahiyan, balafirên şêrr ên Tirkiyê, îro Înîyê li sînorê parêzgeha Duhokê, herdu çiyayên Gare û Metîna li sînorê bajarokê Dêrelokê yê ser bi qezaya Amêdiyê ve bombebaran kirin.
Bombebarana herdu çiyayên Gare û Metîna di demekê de ye, ku balafirên cengê yên Tirkiyê duh şev gundê Spîndarê li sînorê qezaya Amêdî û herwiha çiyayê Qereçûx û derdora kampa Mexmûrê bombebaran kiribûn.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî daye xûyakirin, ku di operasyona esmanî ya bo ser Çiyayê Qereçûxê de, ji bilî F-16`an balafirên bêpîlot (drone) jî hatine bikaranîn.
Hevşaredara Kempa Mexmûrê Arizû Îlhanê jî ragihand ku di encama bombebarana şeva buhurî de, 2 niştecihên sivîl ên vê kempê bi giranî birîndar bûne.
Di encama wan êrişan de bilî zîyanên canî, zîyaneke berfire li şebekeya ceryanê jî ketîye û di encamê de ceryana deverê qut bûye.