Adar 05, 2019 19:18 Asia/Tehran
  • Vîzeya elekteronîk li Konsûlxaneya Îranê ya li Hewlêrê dewsa vîzeya kaxizî digire

Miteza Ebadî, serkonsûlê Komara îslamî ya Îranê li Hewlêrê bal kişand ser vê yekê ku vîzeya elekteronîk wê bi zûtiyê dewsa vîzeya kaxizî bigire û got: Hin hevbeşiyên dîrokî û çandî û nasîna şiyanên zanistî û perwerdehî, dermanî, aborî, balkêşiyên geştyarî ji aliyê cînaran ve û hebûna cihên pîroz, bûn sedem ta ku gelek rêwî di rojê de seredana Komara îslamî ya Îranê bikin.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Mirteza Ebadî, herwiha got: Tevî girîngiya seferan bona peywendiyên çandî û nasîna zêde ya zirûfên navçeyî û bandora wê li pêkanîna hevdilî û geşepêdan û pêşketina hevpar a navçeyî, pêkanîna şêwazeka hêsantir ji bo hatûçûna rêwiyan kete nav destûrxebata wezareta karên derve ya Îranê. Her ji ber vê yekê di pêngava yekem de, di mideha çend rojên dahatî de çapkirin û pêvekirina vîzeyê li pasporta kesên ku dil hene seredana Îranê bikin, wê li konsûlxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêr ji holê rabe û wê vîzeya elekteronîk were dayîn ku karên wê yên destpêkê bi amadekirina sîstema înternetî ya xwestina vîzeyê pêk hatine.

Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê, bona ravekirina vê yekê destnîşan kir: Kesên ku dixwezin seredana Îranê bikin, li vê şêwazê anegorî rewşa asayî xwesteka xwe bi rêya sîstema elekteronîk ji mal yan nivîsgehên îzndar, li sîstema têkildar qeyd dikin û bi wergirtina hejmara şopandinê û seredana rasterast yan seredana navbeynkarek bo serkonsûlxana Îranê ya li Hewlêrê, vîzeya elekteronîk erê bikin û di vê şêwazê de hewcetî bi çapkirina kaxiz a vîzeyê nîne.

Ebadî herwiha got: Kesê ku vîzeya wê ya elekteronîk heye bêyî ku li rûpela wî ya paseportê de ew were pêvekirin dikarin ji derbasgehên sînor ên bejahî û hewayî sefera Îranê bikin.

Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li bersiva pirsekê derheq vê yekê ku xelkê Herêma Kurdistanê li heyama eyda Newrozê dikarin bi vîzeya elekteronîk sefera Îranê bikin  an na? got: Hevkarên me dixebitin berî eydê vîzeya elekteronîk derxin bi şertê ku ti pirsgirêkeke pêşbînînebûyî çê nebe.