Adar 05, 2019 16:59 Asia/Tehran
  •  Hevhatina seretayî pa PDK û YNK li bara berbijariya Rizgar Elî bo walîtiya Kerkûkê

Çavkaniyeke siaysî ya kurdî bal kişand ser hevhatina seretaî ya du partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê ser berbijariya walîiyê Kerkûkê û li ara hevdengiya wna bo pêkanîna dewleta nû ya herêmê li du heftiyên tê agahî da.

“Li gor çend berpirsên PDK û YNKê yên ji civînê derdikevin, destnîşan dikin ku reşnivîsa rêkeftinekê amade kirine, civîn bi erênî birêve diçe û li ser nexşerêyekê bo Kerkûkê û destkeftên YNKê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîştine rêkeftinekê û biryar e rêkeftinekê îmze bikin.”

Îro şanda bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê li baregeha Polîtburoya YNKê civiyan, di civînê de her du aliyan proje û hewlên xwe ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dosyaya Kerkûkê gotûbêjê dikin. Tê çaverêkirin jê ku ez civîn yekalîker be û her du alî bigihin rêkeftinekê. Hat diyarkirin ku  PDK û YNK li bara berbijariya  Rizgar Elî, endamê  polîtbaroya YNK bo posta walîtiya Kerkûkê li hev kirine.