Adar 04, 2019 20:41 Asia/Tehran
  • Kivşkirina Parêzgarê nû yê Kerkûkê ma piştî pêkanîna kabîna nû ya Herêma Kurdistanê

Diyarkirina parêzgarekî nû ji bo parêzgeha Kerkûkê bo dema piştî pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê hatiye paşxistin. Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî jî soz daye YNK`ê ku danîna parêzgar bi dilê wan be, ew jî piştî ku şandeke Herêma Kurdistana Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê serdana Bexdayê bike.

Li gorî rapora mêdyayên Herêma Kurdistana Iraqê, helwesta nerm a YNK`ê li ser Kerkûkê ji ber wê yekê ye ku parêzgarê Kerkûkê bi rêkevtina herdu aliyan bê danîn, lê ji YNK`ê be. Tenê li ser wê yekê maye ku PDK razî be ku parêzgar di demeke herî nêzîk de bê diyarkirin.”

Endamê Serkirdatiya YNK`ê, Mistefa Çavreş amajeyî nakokiya navbera YNK`ê û PDK`ê li ser posta Wezîrê Dadê yê Iraqê dike û dibêje, Wezareta Dadê ya Iraqê ne ew kêşeya mezin e di navbera PDK`ê û YNK`ê de, ku PDK razî nebe wê kêşeyê ligel YNK`ê çareser bike. Çavreş tekez dike: “Lê Kerkûk xala herî giring a nakokiyan e. Niha ta radeyeke baş têgihîştin heye ji bo ku di civîna polîtboruyên herdu aliyan de bigihin tiştekî nû, ew jî ne bi gotina PDK`ê be ku dibêje, divê kesekî bêalî bibe parêzgar û daxwaza asayîkirina rewşa Kerkûkê dike, û ne jî gotina YNK`ê be ku rijd e li ser wê yekê ku ew her bi xwe parêzgarê nû destnîşan bike û parêzgar berî beşdarbûna di civîna parlamentoyê de bê hilbijartin. Dibe ku em rêyekê di navbera wan rêyan de peyda bikin.”